Brîtanya wê Wagner weke rêxistineke terorîstî îlan bike!
PeyamaKurd – Wezîra Karên Hundir a Brîtanyayê Suella Braverman ragihand, koma Wagner a ji çeteyên Rûsî pêk tê û bi navê "Eşkere û sade, terorîst in" wê bikeve lîsteya rêxistinên terorê ya Îngilîstanê.
Li gorî nûçeya çapemeniya herêmî, Braverman koma Wagner wekî "wesayîta leşkerî ya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li derveyî Rûsyayê" bi nav kir.
Braverman got, "Dema ku rejîma Pûtîn difikire ku dê bi cinawirê ku afirandiye re çi bike, Wagner kiryarên xwe yên talanker ên ku ji armancên siyasî yên Kremlînê re xizmet dikin didomîne."
"Eşkere û hêsan e, ew (Wagner) terorîst in û bi fermana ku em ê bidin, Brîtanya wê di qanûnên xwe de vê yekê eşkere bike. Wagner di talan, îşkence, kuştinên hovane de cih girt. ji bo ewlekariya cîhanê metirsî ne."
Braverman diyar kir, bi îlankirina Wagner ya neqanûnî, wan di şerê li dijî Rûsyayê de piştgiriya Ukraynayê didomînin.
Tê payîn sibe daxuyaniya dawî ya li ser îlankirina Wagner weke rêxistina terorê bê dayîn.
Eger bi fermî weke rêxistineke terorîst bê ragihandin, alîgirên Wagner dikarin heta 14 salan bên zîndanîkirin û tedbîrên weke cemidandin an jî desteserkirina mal û milkên wan dikarin li gorî Qanûna Terorê ya sala 2000’an bên sepandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin