Brîtanya wê zêdetirî 300 hezar topên din bide Ukraynayê

20 September 2023 12:31 0 dîtin
Brîtanya wê zêdetirî 300 hezar topên din bide Ukraynayê

PeyamaKurd – Brîtanya soz daye ku îsal zêdetirî 300 hezar topên din bide Ukraynayê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê, Brîtanyaya ku zêdeyî 300 hezar top pêşkêşî Ukraynayê kiriye, soz daye ku îsal bi deh hezaran topên din jî bide.

Wezîrê Parastinê yê Brîtanya Grant Shapps piştî civîna Koma Têkiliya Parastinê ya Ukraynayê ku li Almanyayê pêk hat, daxuyaniyek da û diyar kir, welatê wî pabendbûna xwe ya li hemberî Ukraynayê nîşan daye.

Shapps herwiha destnîşan kir, ew pêşwaziya yekitiya hevkar û hevalbendan dike di dayîna piştgiriya leşkerî ji Ukraynayê re.

Di çarçoveya hevdîtinê de Wezîrê Brîtanyayê Shapps bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Rustem Umerov re jî hevdîtinên dualî pêk anî.