Brîtanyayê bang li Îsraîlê kir: Mafên wan zarokan biparêzin

18 August 2023 13:30 0 dîtin
Brîtanyayê bang li Îsraîlê kir: Mafên wan zarokan biparêzin

PeyamaKurd- Rayedarên Brîtanyayê bang li rayedarên Îsraîlî kir ku mafên perwerdehiyê yên zarokên Filîstînî biparêzin.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, piştî ku Îsraîlê li Şerîeya Rojava dibistanek hilweşand, konsolosxaneyê li ser medyaya civakî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hemû zarok xwedî mafên dîtina perwerdehiyê ne. Brîtanya bang li hikûmeta Îsraîlê dike ku vî mafê zarokên Filistînî biparêze."

Her wiha ji aliyê din ve rayedarên Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî li ser hesabê fermî yê medyaya civakî ragihand û got ku

"Îro tenê çend roj beriya destpêkirina sala nû ya xwendinê ya li herêma Eyn Samiye ya Şerîeya Rojava dibistanek hat hilweşandin. Îsraîlê, di 12 mehên dawî de 3 dibistan xerab kirine û 58 dibistan jî di bin gefa hilweşandinê de ne.