Brîtanyayê hisyariya neçûna Tirkiye û Bakurê Kurdistanê da welatiyên xwe
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Brîtanya bi daxuyaniyekê hişyarî da welatiyên xwe yên dixwazin serdana Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikin.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Brîtanya de hat gotinku ew pêşniyar nakin ti welatiyekî wan serdana Dêrsim, Diyarbekir, Kilîs û Hatayê bikin.
Daxwazî ji welatiyên hemwelatiyên Brîtanyayê ne hat kirin, heger neçarî nebe, serdana Şirnex, Colemêrgê û herêmên ku 10 km dûrî sînorê Sûriyê ne jî nekin.
Brîtanya radigihandiye ku dibe li Tirkiyê êrîşên komên terorîst pêk werin û diyar kiriye, tevî ku rewşa Tirkiyê niha aramtir e, lê hê jî bandora derbeya 2016an berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin