Brûsk li hewsa parlamena Tirkiyê ket
PeyamaKurd - Li paytexta Tirkiyê Enqereyê ku ji şevê din ve barîna baraneke zêde dest pê kiriye, brûsk li nav hewşa Parlamentoya Tirkiyê ket.
Hat zanîn ku brûsk li nav hewşa parlamentoyê ketiyê û dareke kevnar a çinarê bi lêdana brûskê ketiye. Dara ku bi lêdana brûskê ji gewdeya xwe ve qut bûye li ser otomobîlekê ketiye.
Li gorî zanyariyan ti kesek di encama lêdana brûskê de birîndar nebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin