Buçdeya sererastkirî ya Iraqê hate pejirandin: 20 tirîlyon dînar mafê Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê deng li ser xişteyên qanûna budçeya giştî ya federalî ya ji bo sala 2024ê da ku hatiye sererastkirin. Di rûniştina Parlamentoya Iraqê de bi piraniya dengan xişteyên budçeya 2024ê hatin pejirandin.
Di rûniştina ku 199 endamê parlamentoyê amade bûn de, deng li ser xişteyên A/B/C/D/H/W yên budçeyê hate dayîn.
Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê jî xişteyên A/B/C/D/H/W yên qanûna budceya giştî belav kirin, ku xişteya A girêdayî dahatî ye wekî ku ji bo sala 2024ê hatiye danîn. Xişteya B girêdayî xerciyan e li dû wezaretan. Xişteya C girêdayî hêza karî ya wan wezaret û dezgehan e yên ku bi awayê navendîtiyê tên peredarkirin. Xişteya D girêdayî xerciyên hakîme ye. Xişteya H hejmarên serekî (pişk) vegirtine. Xişteya W jî girêdayî xerciyan e li dû kertan û çalakiyan.
Hêjayî gotinê ye, pişka Herêma Kurdistanê di edilandina budçeya sala 2024ê de 20 tirilyon û 900 milyar dînar in, nêzî 12 tirilyon dînar ji bo mûçeyên fermanberan hatine terxankirin û nêzî heşt tirilyon dînar jî budçeya veberhênan û xerciyên din e, ku tê pêşbînîkirin bi pejirandin û xerckirina wan pêşketina aborî li Herêma Kurdistanê zêdetir dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin