Buhira Gozeldere ya li ser rêya Hekkariya bi sedema berf û bamistê hat girtin

07 May 2022 21:19 0 dîtin
Buhira Gozeldere ya li ser rêya Hekkariya bi sedema berf û bamistê hat girtin

PeyamaKurd – Buhira Gozeldere ku dikeve navbera Wanê û Hekkariya û bêhtir nêzî navça Başkale ye, bi sedema barîna berfa zêde û çêbûna bamiştê, rêya wê hat girtin. Buhira Gozeldere ji deryayê 2.730 metre bilinde û ji bo ajotvanan gelek surprîz bû ku di vê mehê de berf lê bariya.

Li ser barîna berfa zêde qeymeqamiya Başkale ragihand ku rêya Buhira Gozeldere siet ji 18.45 an bi şûn de hatiye girtin. Ji bo vekirina rê ji berfê tîmên vekirina rê yên rêyên reşayiyê dixebitin da rê ji berfê paqij bikin.

Qeymeqamiya navça Başkale ragihand ku piştî rê vekin wê ajotvanan agahdar bikin da herkes karibe bi rêya xwe de here.