Buldan bang li CHP û Kiliçdaroglu kir: Dengê xwe bilind kin, bêdeng nemînin!
PeyamaKurd - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li ser mijara qeyûman bang li Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir û got: “Tişta îro li me dikin wê sibê li we bikin. Ger em îro rê pêş vê yekê negirin wê sibe her kes têkeve nava vê torê. Li hemberî vê yekê bêdeng nemînin."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, ji bo şemezarkirina destdanîna ser şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li avahiya HDPê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.
Buldan da zanîn ku ew 19'ê Tebaxê dîsa bi darbeyeke siyasî şiyar bûne û wiha axivî:
"Dîroka Komara Tirkiye bi darbeyan tije bûye. Îro gelê Tirkiye carek din rastî vê darbeyê hatiye. Me her dem got yên bi hilbijartinê hatin, divê bi hilbijartinê biçin. Me her dem ji vê yekê bawer kir. Lê AKP bi taybetî di salên dawî de bi darbeyên sivîl Tirkiye bi rêve bir."
Buldan, bal kişand ser encama hilbijartina 31ê Adarê û diyar kir: "Gel di hilbijartinê de li cihê ku îktîdara AKPê qeyûm tayîn kiribûn, ders da AKPê. Gel got 'Em hişmendiya we ya qeyûman nas nakin.' Gel li dengê xwe û vîna xwe xwedî derket. Cihe ku qeyûm tayîn kir, gel dîsa şaredarî ji destê qeyûm derxistin û li vîna xwe xwedî derket. Lê piştî hilbijartina 31ê Adarê em dîsa rastî darbeyek nû hatin. Dîsa mazbata hevşaredarên me nedan wan û bi hinceta hevşaredarên me KHKyî ne destûr nedan hevşaredarên me bên ser kar. Namzedên xwe danîn şûna hevşaredarên me."
Buldan di berdewamê de got: “Di 19ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê kirin û carek din vîna gel xezp kirine. Ev dizî ye. Hikumeta AKP'ê dixwaze bi van polîtîkayan ser krîza xwe ya aborî, civakî û derve veşêre. Li Amed, Êlih û Wanê hevşaredarên me 4,5 mehin pîsiyên ku qeyûm li pey xwe hiştine paqij dikin. Ji ber ku her qeyûmekî li pey xwe pîsî hiştin. Dizî, talanî, fesadiya îhaleyan li pey xwe hiştin."
Buldan got ku ji bo demokratikbûna Tirkiye pêdivî bi têkoşîna hevpar heye û wiha axivî:
"Bi taybetî di hilbijartina 23yê Hezîranê ya Stenbolê de me yekîtiyek xweşik nîşan da. Di hilbijartina Stenbolê de ji bo pêşeroja Tirkiyeyê me yekîtî û hevkariyek xurt ava kir. Vê yekîtî û tevkariyê encamek xweşik girt. Yên ku Stenbol winda kirin ji bo tola xwe hilînin carek din hişmendiya qeyûm xistin meriyetê. Çawa di hilbijartina 23yê Hezîranê de me Stenbol ji destê wan derxist, em bi têkoşîna demokratîk û hevpar dikarin dîsa Amed, Wan û Mêrdînê ji destê wan derxin. Ji bo vê yekê pêdivî bi têkoşîna hevpar û demokratîk heye. Em bi taybetî bang li Birêz Kemal Kiliçdaroglu û CHPê dikin. Em bang li partiyên di Meclîsa Tirkiye de komên wan hene dikin. Em bang li rêxistinên demokratîk û civakî dikin. Divê em vê ezmûnê bi hevre derbas bikin. Îro tişta hatiye serê me wê sibê bê serê we jî. Ger ku îro em rê li pêş vê rêveçûnê negirin sibê hûnê jî têkevin nava vê torê. Ev torê wê her kesî têxe nava xwe. Di serî de em bang li CHP û Kiliçdaroglu dikin ku li hemberî vê rewşê dengê xwe bilind bikin û bêdeng nemînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin