Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) bang kir ku herkes here ser sindoqan û dengên xwe bide
PeyamaKurd – Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di 29ê Tebaxê de di bin serokatiya serok Mesûd Barzanî de civiya û bang li hemwelatiyan kir ku herkes here ser sindoqan û di hilbijartina parlementoya Kurdistanê de dengê xwe bide.
PDK, daxwuyaniya xwe nivîskî da û di daxwuyaniya xwe de got ku di hilbijartinê de pêdivî bi pêvajoyekî paqij û adilane heye û pêwsite herkes here ser sindoqan dengê xwe bide. PDKê got:
“Ji bo valahiya di çêkirina qanûnan û kontrolê de dagirin û hem daxwazên xelkê Kurdistanê bicîhbînin, divê parlementoyekî layîq û bi bandor hebe û ji bo wê jî divê herkes here ser sindoqan.
Em, di mijara peymanên mehaneyan de dibêjin Bexda bi temamî erka xwe bicîh nayne, em hukumeta federal di mijarê de bêhtir teşwîq dikin da pê eleqedar bibin û mehaneyan derengî nexînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin