Çapemeniya Yûnan bi firehî cîh da seredana serokwezîr Mesrûr Barzanî

12 June 2021 01:47 0 dîtin
Çapemeniya Yûnan bi firehî cîh da seredana serokwezîr Mesrûr Barzanî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî seredana xwe ya fermî bo Beşçîkayê çû Atînayê û di asta bilinde de bi rêvebirên dewleta Yûnan re hevdîtinan kir. Seredana fermî ya serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî di çapemeniya Yûnan de bi firehî û bi eleqeyeka zêde cîh girt.

Li ser seredana Mesrûr Barzanî ji çapemeniya Yûnanistanê di nûçeya rojnama Kathimerini de ciyekî fireh da hevdîtina Barzanî û serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis. Her weha got ku cara yekê ye serokwezîr Barzanî diçe Atînayê.

Di xeberê de hat gotin ku her dû alî li ser têkiliyên aborî, çandî axifîne û amade ne têkiliyên xwe bipêşbixin. Di xeberê de behsa mijarên din ku li serê axifîne dike û ew mijar; parastina aramî û ewlehiya herêmê, hûqûqa navdewletî û rêzgirtina li têkiliyên cîrantiyê ne.

Rojnama Yûnanistanê The Toc jî hevdîtina Barzanî û Miçotakis xiste manşeta xwe û got cara yekê ye ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî seredana Yûnanistanê dike.

Li aliyê dinê rojnama Eonoe ragihand ku cara yekê ye serokwezîr Mesrûr Barzanî seredana Yûnanistanê dike û behsa babeta parastina îstîqrara herêmê û rêzgirtina li hûqûqa navdewletî kir.

Ji bilî van rojnameyan, rojnameyên din, bi malperên nûçeyan ve û di kanalên televîzyonan de bi firehî cîh dan seredana serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.