Car din li Iraqê xwepêsandan destpêkirin

20 July 2019 01:13 0 dîtin
Car din li Iraqê xwepêsandan destpêkirin

PeyamaKurd- Di dema serokwezîr Haydar Ebadî de bi taybetî li bajarên kaşûrê Iraqê yên weka Kerbela, Necef û Basrayê xwepêşandan destpêkirbûn lê Ebadî guh nedida wan heya ji ser kar çû. Niha xwepêşandan di bin serpereştiya Tevgera Hîkme ya ku serokê wê Emer Hekîme destpêkir. Vê carê jî dawa kar û xizmetê dikin da hukumet bo wan çareseriyê bike.

Xwepêşandan li bajarên Necefê destpêkir û paşî li bajarên Bexda, Kerbela, Dîwaniye, Mîsan, Enbar, Nînowa, Besra, Wast û Zîqarê dewam kir. Xwepêşandêr ji xizmeta elektrîkê, xazê, av û kanalîzasyonê gilî û gazinan dikin.