Çar partiyên mixalefetê yên Kurdistanê bûn hevpeyman

26 August 2018 21:05 0 dîtin
Çar partiyên mixalefetê yên Kurdistanê bûn hevpeyman

PeyamaKurd - Çar partiyên mixalefetê yên Herêma Kurdistanê, Goran, Yekgirtû, Hevpeymanî û Komelê hevpeymanî pêkanîn.

Li Kurdistanê rayedarên partiyên mixalefetê yên Bizutneweya Goranê, Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû), Partiya Hevpeymaniyê ji bo Demokrasî û Dadperweriyê û Komeleya Îslamî (Komel)ê piştî civîna ku li bajarê Silêmaniyê li dar xistin, daxuyaniyek belav kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her 4 partiyan bi mebesta hevdîtinên "Hevpeymana Mezin" a ku biryar e li parlementoya Iraqê bê pêkanîn, hevpeymanek nû çêkirine.

Di daxuyaniyê de bal ji bo çreseriyeke mayinde ya pirsa di navbera Bexda û Hewlêrê de hat kişandin û tekezî lê hat kirin ku hevpeymana navborî bi mebesta garantîkirina mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya destûrê de dê bixebite.

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêdivê li Iraqê, di pêvajoya nû de rêveberî li ser binemayên weke "hevkarî, diyalog, hevsengiya rêveberiyê, serweriya yasayê" bê avakirin.