Li Kurdistanê 2 partiyên Îslamî bûn hevpeyman

25 June 2018 22:29 0 dîtin
Li Kurdistanê 2 partiyên Îslamî bûn hevpeyman

PeyamaKurd - Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ragihand, wê partiyê ligel Bizava Îslamiya Kurdistanê jibo hilbijartinên Kurdistanê hevpeymaniyek ava kiriye û îro jî bi fermî navê wê hevpeymaniyê li Komîsyona Hilbijartinan a Kurdistanê tomar kirine.

Di daxuyaniyekê de bo Rûdawê, Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Qasim Gelalî diyar kir ku wan ligel Bizava Îslamiya Kurdistanê jibo hilbijartinên bihê yên Kurdistanê hevpeymaniyek pêk aniye û îro jî ku muhleta dawî bû ji bo tomarkirina navê hevpeymaniyan, wan ev hevpeymanî bi navê Berev Îslah (Ber Bi Çaksaziyê Ve) li Komîsyona Hilbijartinan a Kurdistanê tomar kiriye.

Ji bo beşdarbûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê navê 38 partî û lîsteyan hatiye pesendkirin.

Pêştir jî hevpeymaniyek bi navê “Hevpeymaniya Serdem” di navbera Partiya Sosyalîst Demokratên Kurdistanê, Partiya Karker û Kedkarên Kurdistanê û Yekîtiya Demokratîk û Neteweyî ya Kurdistanê de hatibû pêkanîn.

Biryar e roja 30ê Îlona îsal hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bihê lidarxistin û partî, lîste û namzedên kotayan dê ji bo bidestxistina kursiyan pêşbirkê bikin.

Îro Duşemî (25-06-2018), roja dawîn a pêkanîna hevpeymaniyan e ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan  a Kurdistanê biryar daye, ku dema pêkanîn û tomarkirin hevpeymaniyan dirêj neke.

Parlamentoya Kurdistanê 111 kursiyên parlamenteriyê hene û li gorî amarên komîsyonê, heta niha dê 38 lîst û hevpeymanî û kesatiyên serbixwe û namzedên kotayan dê rikeberiyê li ser wan 111 kursiyan bikin.

 

Ji 111 kursiyên parlamentoya Kurdistanê, 11 kursî taybet bi pişka kotayê ne, ku 5 ji wan taybet bi pêkhateya Tirkmen, 5 ji wan taybet bi Krîstiyanên Kild-Aşûr-Suryan û kursiyek jî taybet bi Ermeniyan e.