YNK û partiyên Îslamî dixwazin hilbijartina Kurdistanê pasde bixin

03 March 2022 23:49 0 dîtin
YNK û partiyên Îslamî dixwazin hilbijartina Kurdistanê pasde bixin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihandibû ku wê hilbijartinên Herêma Kurdistanê di wexta xwe ya di qanûn de çawa hatiye destnîşankirin dê bêkirin û biryarnameya hilbijartinê îmze kiribû. Her weha serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ragihandibû ku ji bo amadekariya hilbijartinê çiqas pere pêwiste amade ye. Li gor qanûn divê hilbijartin di 1 ê cotmeha 2022 an de bêkirin.

Serokê Partiya Yekgirtûya Îslamî Şêrko Cewdet ji bo BasNewsê ragihandiye ku ew dixwazin qanûna hilbijartinê bê guherandin û ji bo wê reşbeleka qanûnê amade kirine û wê di demekî nêzde teslîmê serokatiya parlementoya Herêma Kurdistanê bikin.

Li ser heman mijarê endamê polîtburoya YNK ê Rizgar Hacî jî ragihandiye ku divê berya hilbijartinê qanûna hilbijartinê bê guherandin.

Li ser mijarê serokê fraksiyona PDK ê Zana Mela Xalid ragihand ku berya hilbijartinê daxwaz werin, wê li dijî daxwaza guherîna qanûn nînbin û ji bo guhertina qanûn pêwist nîne ku hilbijartinê bi paşde bixin.

Li ser mijarê parlementerê Goranê Celal Mihemed Emîn ji bo BasNewsê ragihandiye ku eger temamê terefan guherîna qanûna hilbijartinê bixwazin, wê ti arîşe dernê lê ji bo veya wê gelek wext pêwistbe.

Di derveyê partiyên siyasî de çavdêrê siyasî Dr. Aras Abdullah ji bo BesaNewsê weha gotiye:

“Hinek partî bi hinceta guherîna qanûna hilbijartinê, dixwazin hilbijartinê paşde bixin. Van partiya di hilbijartina giştî ya li seranserê Iraqê de hilbijartinê wenda kirin an dengên wan kêm derketin û ji ber wê dixwazin hilbijartinê paşde bixin.”

Li ser mijarê serokê beşa Hûqûqê ya Komîsyona Hilbijartina Herêma Kurdistanê Hawar Mihemed ragihand ku ew terefdarê hilbijartina di wexta xwe de ne, ne hewceye her yek bahaneyekî ji bo paşdexistinê bide pêş û divê yekser komisyona hilbijartinê aktive bibe û dest bi xebatên xwe bike.