Partiyên Kurdistanê yên mezin îsal dixwazin kongreyên xwe bikin

12 June 2019 00:01 0 dîtin
Partiyên Kurdistanê yên mezin îsal dixwazin kongreyên xwe bikin

PeyamaKurd- Li gor ragihandina Rûdawê; 4 partiyên Kurdistanê yên mezin dixwazin îsal kongreya xwe bikin û li gor wê amadekariyên xwe dikin. Di nava wan partiyan de PDK heye ku ev 5 sale kongreya xwe nekiriye. 8 sale ku YNK kongreya xwe nekiriye û dixwaze îsal kongreya xwe bike. Partiya Îslamî (Komel) dest bi xebatên xwe yên kongreyê kiriye û di nava Goranê de jî deng bilind dibin û dibêjin ku divê kongre bibe.

Di nava YNK ê de bi taybetî piştî wefata Mam Celal bi dengê bilind tê gotin ku divê kongre çêbibe. Lê di bijartina delegeyên kongreyê de, tê gotin ku fikrên cuda hene. Berya kongreyê di dema amadekariyan de, divê her terefên ku di nava YNKê de ne, divê di mijaran de lihev bikin. Lê ji malbata Talabanî bi sedema gelek kes hene ku dixwazin xwe bidin hilbijartin, dibe ku bibe sedema nerazîbûna endamên din yên nav YNK ê. Heya niha 3 kongreyên YNKê hatine kirin û ji sala 2010an heya niha kongre nehatiye kirin. Ger lihevkirin bibe dibe kongre di dawiya salê de çêbibe.

Di nav Partiya Îslamî de (Komel) ji rêvebiran hinek kes îstîfa xwe kirine û ev nîşane ku di nava partiyê de dijîtî hene. Lê berê di nava wan de yekîtiyekî baş hebû. Hinek karbidestên partiyê radigihînin ku divê amadekarî bên kirin bo kongreyê lê haya hinek ji wan ji kongreyê nîne.

Di nav Goranê de, ji rêvebiran Qadir Hecî Elî ji partiyê îstîfa kiribû û gotibû dê siyaseteka serbixwe bike. Ji Goranê Şûnas Şerko ragihandiye ku Goran bi sedema avakirina hukumeta nû eger kongre, eger konferans an navê wê çibe hiştine piştî avakirina hukumeta Kurdistanê. Di rêziknameya Goranê de konferansa netewî an kongre di heman wateyê de ne. Lê konferans nikare serokê tevgerê an pirtiyê tayîn bike. Tenha dikare hedefên siyasî deyne pêşiya partiyê û di rêziknameyê de guherînan bike.

PDK kongreya xwe ya 14 emîn dê pêk bîne. Partî berya 5 salan kongreya xwe kiribû. Endamê dîwana serokatiya PDK ê Nûrî Heme Elî bo Rûdawê ragihandiye ku dê di nava salê de, kirina kongreya xwe kirine armanc.

Elî, dibêje eger tişteka awarte an bûyerên ku bibe sedema paşdexistina kongreyê çênebin wê îsal kongreya xwe bikin.