Çar xelatgirên Nobelê bang li cîhanê kirin: Darvekirinên rejîma Îranê rawestînin
PeyamaKurd - Çar xelatgirên Nobelê Şîrîn Ebadî, Jodî Williams, Tewakkol Karman û Leymah Gboufi bi daxuyaniyekê pergala darvekirinê ya rejîma Îranê bi tundî şermezar kirin û ji civaka navneteweyî daxwaz kirin ku ji dijî vê pergala ku rejîma Îranê wek amûreke sepandina tirsê bi kar tîne bikevin nav hewldanan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê çar xelatgirên Nobelê ve hatiye îmzekirin de, di heman demê de ji xwediyên xelata Nobelê ya aştiyê jî hatiye xwestin ku vê daxuyaniyê îmze bikin û wiha hatiye gotin:
“Wêrek hatin kuştin”
“Ji ber zêdebûna nakokiyên li Rojhilata Navîn Îran, li diji dijberên rejîma Komara Îslamî û çalakvanên siyasî û mafên mirovan bikaranîna cezayê darvekirinê tundtir kiriye. Lli Îranê her roj mirov bi tawanên sexte yên madeyên hişber an jî binpêkirinên olî yên ne diyar têne darvekirin. Ji Îlona 2022an vir ve, piştî qetilkirina Maşa Emînî, gel li dijî rejîmê bi drûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî rejîmê serî hilda. Di nav wan de parêzvanên mafên mirovan, hunermend, nivîskar û rojnamevan û her kesê ku wêrekiya dijberiya rejîmê kir û bi sedan kes ji ber beşdarbûna wan çalakiyan hatin kuştin.
Rejîm bi salan ev taktîk bikar aniye û xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Nêrgiz Mihemedî jî di nav de, gelek çalakvan, di zindanan de bi kiryarên nemirovane re rû bi rû dimînin. Niha ji ber berzbûna şer û pevçûnên li Rojhelata Navîn, ji bo bêdengkirina rikberan û belavkirina tirsê, pêkanîna darvekirinan pir zêdetir bûne.”
Banga stratejiyeke dîplomatîk
Di daxuyaniya ku ji ber zêdekirina darvekirinan rejîma Îranê hatiye şermezarkirin de her wiha ji civaka navneteweyî jî daxwaz hatiye kirin ku ji bo rawestandina girtin, kuştin û darvekirina çalakvanan zextan li ser rejîma Îranê zêdetir bikin.
Xelatgirên Nobelê di daxuyaniya xwe de her wiha bang li civaka navneteweyî kirine ku stratejiyek dîplomatîk a berfireh bi pêş bixin da ku rejîma Îranê neçar bimîne ku binpêkirinên xwe yên mezin ên mafên mirovan û destdirêjiya zayendî rawestîne.
Di daxuyaniyê de li ser pêwîstiya piştevaniya zêdetir hatiye rawestandin û ji tevgerên civaka sivîl û bi taybetî ji rêxistinên mafên jinan, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), Raportorê Taybet ê Îranê yê NY û Şandeya Şopandina Rastiyan a Navneteweyî daxwaz hatiye kirin ku li ser hewlên xwe yên li dijî van kiryarên rejîma Îranê bi zêdekirin berdewam bin.
Binpêkirinên rejîmê
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di raporta xwe ya 3yê Gulanê de ragihandibû ku rejîma Îranê di heyama du hefteyên borî de, bêyî ku ti berdêlên siyasî bide, ji her 5 demjimêran carekê kesekî darve kiriye. Li gorî vê raporê, di du hefteyên dawî yên meha Avrêlê de herî kêm 63 kes di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin.
Daneyên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ve hatine tomarkirin diyar dikin ku di meha Avrêlê de herî kêm 71 girtiyên li 24 girtîgehên cuda yên Îranê hatine darvekirin û 63 kes ji wan di du hefteyên dawî yên meha Avrêlê de hatine darvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin