Xelatgirên Nobelê yên Kîmyayê hatin eskere kirin
PeyamaKurd – Ji bo Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya 2023 Moungi Gabriel Bawendi, Louis E. Brus û Alexei I. Ekimov hêja hatin dîtin.
Moungi Gabriel Bawendi, Louis E. Brus û Alexei I. Ekimov. bi xebatên keşf û senteza xalên kuantumê Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya 2023yan wergirtin.
Akademiya Zanistî ya Qraliyeta Swêdê ragihand, Ekimov û Brus ji ber ku di xebata xwe ya serbixwe de xalên kuantum çêkirine û Bawendi jî ji bo ku berhemanîna kîmyaya navborî ji kokê guhertiye, Xelata Nobelê ya Kîmyayê wergirtiye.
Sala borî jî kîmyager Carolyn Bertozzi, Morten Meldal û K. Barry Sharpless Xelata Nobelê ya Kîmyayê wergirtibûn.
Xelata Nobel a kîmyayê yek ji pênc xelatên Nobelê yên ku li ser navê Alfred Nobel têne dayîn e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin