Xelatgirên Nobela Astiyê ya 2021ê hatin eskere kirin

08 October 2021 15:33 0 dîtin
Xelatgirên Nobela Astiyê ya 2021ê hatin eskere kirin

PeyamaKurd - Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2021an îsal du rojnamevanên li Fîlîpîn û Rûsyayê yên ku ji bo azadiya derbirînê têkoşîn dane wergirtin.

Rojnamevana ji Fîlîpînê Maria Ressa û ji Rûsyayê jî rojnamevan Dmitry Muratov ku ji bo azadiya derbirînê têkoşîn didan hêjayî Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2021an hatin dîtin.

Akademiya Nobelê li ser hesabê xwe yê medya civakî kesên Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtine eşkere kir.

Di daxuyaniya Akademiya Nobelê de hat gotin: “Komîteya Nobelê ya Norwêcî ji ber hewldanên wan ên ji bo parastina azadiya derbirînê, ku ev ji bo demokrasî û aştiyek domdar şertek e, biryar da Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2021an bide Maria Ressa û Dmitry Muratov.”