Xelatgirê Nobela Astiyê Muhammed Yûnis ji bo serokwezîriyê vegeriya Bangladesê
PeyamaKurd – Piştî ku serokwezîra Bangladeşê Şêx Hesîna li pey protestoyên berdewam ên Bangladeşê îstifa kir û derkeve derveyî welat, Xelatgirê Nobela Aştiyê Muhmmed Yûnis wek serokwezîrê demkî yê welêt hate destnîşan kirin.
Yûnis îro 8ê Tebaxê, ji bo serokwezîrtiya Bangladeşê bike vegeriya welat û tê çaverêkirin, piştî sondxwarinê dest bi peywirê bike.
Yûnis ê 84 salî sala 2006an Xelata Nobela Aştiyê bi sedema xebatên xwe yên li ser banka alîkariya hejaran wergirtiye.
Muhammed Yûnis dema vegeriya Bangladeşê got, “Xwendekarên me çi rêyê nîşanî me bidin, em ê di wê rêyê de bimeşin.”
Li Bangladeşê di protestoyên xwendekaran ên çend rojên dawî de 174 kesan can dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin