Yekîtiya Hekîmên Cîhanê banga belavkirina dadwerane ya derziya Covid-19 kir
PeyamaKurd – Yekîtiya Hekîmên Cîhanê bi daxuyaniyekê bangewazî li welatên derziya koronayê bipêş dixin kir ku bi awayekî dadwerane derziyê li cîhanê belav bikin û welatiyên ti welatekî bê derzîkirin nemînin.
Serokê Yekîtiya Hekîmên Cîhanê Dr. David Barbe di civata giştî de, li ser rewşa bilez a belavkirina derziya koronayê bang kir ku bi awayekî dadwerane û wekhevî derziya Covid-19 li seranserê cîhanê were belavkirin.
Herwiha hat xwestin, derzîya bi ewle û bi bandor pêşî li mirovên xwedî pêwîstî û xebatkarên tenduristiyê were lêxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, kompaniya Pfizer a Amerîkî ragihandibû ku derziya koronayê ya hatiye pêşxistin gihîştiye asta dawî û ji sedî 90 jî ewlebûna wê hatiye îspatkirin. Herwiha hatibû diyarkirin ku hilberandina wê derziyê jî dest pê kiriye û hinek welatan jî peyman ji bo kirîna wê derziyê girêdane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin