Çavdêrekî siyasî: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê roj bi roj lawaz dibin

31 August 2023 12:36 0 dîtin
Çavdêrekî siyasî: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê roj bi roj lawaz dibin

PeyamaKurd – Li gor çavdêrekî siyasî ji K24ê re diyar kiriye, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê roj bi roj lawaz dibin, ji ber ku aliyên Hevpeymaniya Rêvebirina Dewletê ji rêkeftinan vekişiyane.

Cîbicînekirina yasaya budçeyê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de aloztir kiriye, di demekê de ku çavdêr dibêjin, Hikûmeta Federal siyaseta birçîkirina Herêma Kurdistanê bi kar tîne û mûçeyê karmend û para xelkê Herêmê ji budçeyê naşîne.

Şirovekarê siyasî Bêwar Rehman daye zanîn, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ber bi xirabiyê ve diçin û roj bi roj lawaz dibin, ji ber ku hin serkirdeyên aliyên Şîe yên di Hevpeymaniya Rêveberina Dewletê de rêkeftinê pêkanîna hikûmeta Sûdanê cibicî nakin.

Bêwar Rehman cîbicînekirina rêkeftinê ji aliyê aliyên Şîe ve bi propagandaya hilbijartinan ve girê dide û dibêje, ev alî kar li ser bêparkirina xelkê Kurdistanê ji mafên darayî dikin, bi vî awayî jî dixwazin vê mijarê ji bo bangeşeya hilbijartinên encumenên parêzgehan bikar bînin.

Herwiha destnîşan kiriye: “Li Bexdayê nêrînek heye ku hewl didin Herêma Kurdistanê nehêlin û rûbirûyê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin, ji ber wê jî naxwazin ti biryarekê bidin ku bandorê li dengên wan di hilbijartinan de bike.”

Beşek din ji rêkeftina pêkanîna hikûmeta niha ya Iraqê, vegera Kurdan bo Kerkûk û deverên din e, ew rêkeftin jî bi derdê yasaya budçeyê ve çû, ku ev yek di reftarên alîgirên Heşda Şeibî de tê dîtin, ku li dijî wê rêkeftinê, rêya Hewlêr – Kerkûkê girtine.