Çavusoglu, di rêya telefonê de bi cîgirê serokwezîrê Urdunê Safadi re axifî

06 January 2023 01:16 0 dîtin
Çavusoglu, di rêya telefonê de bi cîgirê serokwezîrê Urdunê Safadi re axifî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu îro di rêya telefonê de bi cîgirê serokwezîrê Urdunê Ayman Safadi re axifî. Safadî di heman wextê de wezîrê Urdiniyên ku li derveyê welat dijîn. Mijareka axaftina wan li ser avêtina ser Mescîdî Aqsa bû. Li gor ragihandina wezaretê:

“Di axaftinê de her dû wezîr avêtina ser Mescîdî Aqsayê ya ji aliyê wezîrê ewlehiyê yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir de ya di 3 yê mehê de şermezar kirin. Her dû teref behsa girîngiya pîroziya ciyên olî kirin û gotin ku Mescîdî Aqsa ciyekî îbadetê yê Misilmana ye. Tirkiye desteka xwe ji bo hewldanên parastina Urdinê ya ji bo mekanên olî ragihandiye.”