Çavusoglu, li hember biryarên NATOyê nerazîbûn nîsan da

15 May 2022 18:47 0 dîtin
Çavusoglu, li hember biryarên NATOyê nerazîbûn nîsan da

PeyamaKurd-Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu, li ser destûra welatên NATOyê ya kêmkirina hinardeyên ji bo Tirkiyeyê, nerazîbûn nîşan da. Çavuşoglu got, ‘Ev rewş, ne rewşeke ku bê qebûlkirin e.’

Mevlud Çavuşoglu, ji bilî berteka ku nîşanî destûrên kêmkirina hinardeyên ji bo Tirkiyeyê ya endamên NATOyê da; got ku wî di civînê de qala piştgiriya Swêd û Finlandiyayê ya ji bo rêxistinên terorî jî kiriye. Çavuşoglu da zanîn ku wî bi taybetî alîkariya Swêdê ya çekan aniye rojeva civînê. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê got ku di hevdîtiya bi Finlandiya û Swêdê re ji bo beralîkirina fikarên Tirkiyeyê yên di derbarê rêxistinên terorî de pêşniyaza xebatekê hatiye kirin. Çavuşoglu got, “Daxuyaniyên ku heta îro ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Swêdê ve hatine dayîn, ne çêker bûne, berovajî vê yekê li ser provakasyonê bûne.”

Çavuşoglu li ser endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya ji bo NATOyê jî got ku divê teqez ewlehiya saxlemiyên wan hebe û divê ew dawiyê li alîkariya xwe ya ji bo rêxistinên terorî bînin.”