Çavusoglu û Pompeo axivîn: Mijar Sûriye...
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û hemkarê wî yê tirk Mevlut Çavuşoglu bi pêwendiyeke telefonî axivîn û mijara Sûriyê gotûbêj kirin.
Medya Tirk bi zarê çavkaniyên dîplomatîk ên Tirkiyê piştrast kir ku hevdîtineke telefonî di navbera her du wezîran de hatiye kirin û li ser mijarên vekişîna Amerîkayê û hin mijarên din hatiye axaftin.
Li aliyê din, tê çaverêkirin piştî biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê, serê salê li Washingtonê li ser rewşa Sûriyê civînek di navbera şandên Tirk û Amerîkî de were lidarxistin.
Senator Lindsey Graham piştî hevdîtina ligel Trump ragihandibû ku dibe Trump wê biryarê ji nû ve binirxîne û vekişîn hêdî pêk were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin