Pompeo û Çavusoglu li ser Sûriyê axivîn
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û hemkarê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bi pêwendiyeke telefonî li ser mijara Sûriyê û biryara Amerîkayê ya li ser hêzên Kurd axivîn.
Çavkaniyên dîplomatîk ên Tirkiyê ji medya tirk re ragihandin ku di pêwendiya telefonî ya Çavuşoglu û Pompeo de pêşhatên dawî yên li Sûriyê hatin axaftin.
Mike Pompeo beriya niha li ser biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê gotibû ku ew li rêyekê digerin ku nehêlin hevpeymanên wan ên ‘Kurd ji aliyê Tirkiyê ve werin qetilkirin’ û piştî vekişînê jî werin parastin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin