Çekdaran li Efrînê bi sedan darên zeytûnan birîn
PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji 28ê Adara 2018an ve hatiye dagirkirin, çekdarê bi ser Tirkiyê ve 100 darên zeytûnan li gundên Elka û Kefrrûmê yên navçeya Şera ya birîn.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirine ku armanca çekdaran bi birîna daran firotina êzingan li bazaran û ji bo bicihkirina malbatên xwe vekirina cihên wargehên nû ye.
Li aliyê din jî çavkaniyên herêmê dane xuyakirin ku çekdarên koma El-emşat rûberên berfireh û mezin ên darên daristanê yên di navbera gundên Hec Qasim û Mist Eşîra de birîne û mebesta wan jî hem firotina êzingan hem jî avakirina baregeha leşkerî ye li wê derê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin