Efrîn | Ji bo wekî êzing bifirosin bi sedan darên zeytûnan birîn
PeyamaKurd – Binpêkirinên mafên mirovan, dizî û talana li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2018an ve hatiye dagirkirin berdewam dike.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê herî dawî ragihand ku çekdarên koma bi navê El-Hemzat roja 5ê vê mehê 92 darên zeytûnan li gundê Kefer Zîtê yê li navçeya Cindirêsê birîn û bi barhilgiran bar kirin û dizîn.
Herwiha li gundê Meydankê yê navçeya Şera jî 50 darên din ên zeytûnê hatine birîn û çekdaran ji bo ku wan daran wekî êzing bifiroşin birine bazarên Efrîn û Idlibê.
Hatiye diyarkirin ku çekdar darên ku dibirin û didizin wekî êzing her toneke wê bi 135 dolarên Amerîkî difiroşin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin