Li Efrînê bi sedan darên zeytûnê hatin birîn
PeyamaKurd - Hate ragihandin çekdarên koma "El Muntesir Billah" a Tirkiye piştevaniya wan dike, li Efrînê bi sedan darên zeytûnê birîn.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, koma El Muntesir Billah a bi serkêşiya Ebdullah Ebû Casim, bi sedan darên zeytûnan ên xelkê bajarê Mabeta ya Efrîn û Şehbayê birîn.
Hate diyarkirin çekdaran darên gundiyê bi navê Remzî Egîd Hibo û gelek kesên din birîn.
Hate zanîn ku emîrê komê Ebû Casim ê ji Hemayê û pismanê wî Ehmed Îbrahîm El Berho darên zeytûnan birîne û birine navendên xwe yên li gundê Erebo û Erebê Hemşelekê yên Mabetayê da ku li wir wan bifiroşin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin