129 darên xwecihiyên Efrînê hatin birîn

10 March 2024 15:43 0 dîtin
129 darên xwecihiyên Efrînê hatin birîn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, 129 darên din hatin birîn.

Cavkaniyên deverê ragihandine, kesên ji derve hatine anîn û di çarçoveya guhertina demgorafî de li Efrînê hatine bicihkirin, 16 darên zeytûnan û 5 darên guzan ên mezin ên welatiyê bi navê Mihyedîn Xelîl hatin birîn. Çavkaniyan gotiye, darên hatine birîn li ser rêya navçeya Cindirêsê nêzî gundê Kanî Gawirkê ne.

Dîsa li gundê Xelnêrê jî 12 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Îmad Hesen û 60 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Ehmed Bental ji kokê ve hatine birîn.

Li gundê Qestel Miqdad ê navçeya Şerayê jî 29 darên zeytûnan û 7 darên bêhîvan ên welatiyê bi navê Ehmed Omer hatin birîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji Adara 2018an ve Efrîn hatiye dagirkirin, komên çekdar tevî tawanên mirovî, talankirina milkên xelkê herêmê jî berdewam dikin ku di raporên Neteweyên Yekbûyî de jî hatine belgekirin.