Darên daristaneke navdar li herêma Efrînê hatin birîn
PeyamaKurd – Darên daristaneke navdar li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê û Erebên hawirde bi temamî hatine birrîn.
Li gor zanyariyên videoyeke çalakvanekî sivîl kişandiye diyar dibe ku tevahiya darên daristanekê li Çiyayê Qaziqlî li nahiyeya Cindirêsê hatine birrîn.
Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê diyar kir, ew daristan dikeve navbera her du gundên Kefersefrê û Tetera yên girêdayî nehiyeya Cindirêsê.
Herwiha hat zanîn, ew daristan li herêma Efrînê cihekî navdar ê seyran û helkeftên wek Newroz û cejna rojnamegeriya Kurdî bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin