Li Efrînê 625 hezar ji wan darên zeytûnan 1.3 milyon dar hatine birîn û sewitandin

04 October 2020 16:33 0 dîtin
Li Efrînê 625 hezar ji wan darên zeytûnan 1.3 milyon dar hatine birîn û sewitandin

PeyamaKurd – Komên çekdarên bi ser Tirkiyê ye ku di bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin de bicih bûne, ji bilî kuştin, talan, dizî û revandina mirovan heta niha milyonek û 300 hezar dar birîne û şewitandine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê raporek belav kiriye ku tê de radigihîne, ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, bi awayekî rasterast bi armanca têkbirina aboriya kurdên Efrînê, dest bi têkdana jêrxaneya aborî, bazirganî, pîşesazî û çandiniyê ya herêma Efrînê hatiye kirin.

Rêxistinê diyar kiriye, ji Adara 2018an û heta 30yê Tebaxa 2020an, bi hinceta avakirina xalên leşkerî, vekirina riyan, avakirina komlegehên nişticihbûnê, komên çekdaran zêdetir ji 625 hezar darên zeytûnan birîne û zêdetir ji 700 hezar darên hiracî birîne û şewitandine.

Agahiyên di rapora rêxistinê de wiha ne:

Li navçeya Bilbilê: 135 hezar darên zeytûnê û 90 hezar darên hiracî hatine birîn.

Li navçeya Raco: 110 hezar darên zeytûnê û 90 hezar darên hiracî hatine birîn.

Li navçeya Şera: 105 hezar darên zeytûnê û 120 hezar darên hiracî hatine birîn.

Li navçeya Mabeta: 100 hezar darên zeytûnê û 150 hezar darên hiracî hatine birîn.

Li navçeya Cindirêsê: 75 hezar darên zeytûnê û 60 hezar darên hiracî hatine birîn.

Li navçeya Şiyê: 25 hezar darên zeytûnê û 55 hezar darên hiracî hatine birîn.

Li gundên derdora Efrînê û navçeya Şêrewa: 80 hezar darên zeytûn û meyweyan û 115 hezar darên hiracî hatine birîn.

Herêma Efrînê, herêmek e ji bo çandiniyê lêhatî ye, piraniya xelkê wê debara xwe bi çandiniyê dike, ji ber wê bi milyonana darên zeytûn, sêv, hinar, tirî û cureyên cuda yên meyweyan lê hene, ji bilî wê jî gelek daristanên hiracî lê hene.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nava Efrînê, ji dema dagîrkirina wê ve, ji bilî ku komên çekdaran dest danîne ser bi milyonan dar û zeviyên xelkê, bi sed hezaran darên zeytûnan hatine birîn û wekî êzing têne firotin.