Efrîn | Komeke çekdar 17 hezar darên zeytûnan birîn
PeyamaKurd – Li Efrînê komeke çekdar 17 hezar darên zeytûnan li nahiyeya Bilbilê birîn.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê Ibrahîm Şêxo diyar kiriye: “Koma çekdar a bi navê Lîwaa Suqûr Elşemal a ser bi Tirkiyê ve, 17 hezar darên zeytûnan birîn.”
Li gorî heman çavkaniyê, ew berhem ên welatiyên gundên Ebûdan, Zeytûnak, Qurne û Şêxurziye ne.
Ev yek di demekê de ye ku xwediyên wan daran, ji neçarî ji navçeyên xwe koçber û derbider bûne.
Herwiha, wê koma çekdar dest daniye ser guvaştekeke zeytûnan li gundê Ebûdanê ji bo guvaştina berhemên zeytûnan ên talankirî.
Li gorî berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê daye zanîn, koma Firqeya Hemzat bi dehan darên fêkî û zeytûnan li navçeya navbera gundên Kaziye û Satya li nahiyeya Mabata birrîne û weke êzing li bazarê difiroşe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin