Komeke çekdar a girêdayî Tirkiyê li Efrînê dest danî ser 17 hezar darên zeytûnan
PeyamaKurd – Komeke çekdar a girêdayî Tirkiyê, dest danî ser 17 hezar darên zeytûnên cotkarên Kurd li nahiyeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê.
Li gor Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir, koma Ceyş el-Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê, dest daniye ser 17 darzeytûnên hin welatiyên Kurd li 6 gundên nahiyeya Cindirêsê ya herêma Efrînê.
Ew darên zeytûnên ku hatine talankirin, li gundên Qîlê, Bircikê, Çeqelê Cûmê, Miswkê Jorîn, Miskê Jêrîn û Sindiyankê ne.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018an ve û piştî êrîşeke 58 rojan dom kir, ket bin kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, ku Enqere piştevaniya wan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin