Çekdarên li Efrînê ji bo berdana xortekî Kurd 10 hezar dolar dixwazin

24 April 2020 19:01 0 dîtin
Çekdarên li Efrînê ji bo berdana xortekî Kurd 10 hezar dolar dixwazin

PeyamaKurd – Koma çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê Suleymanşah ji bo xortekî Efrînî ku revandiya 10 hezar dolar fidye dixwaze.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, çekdarên koma Suleyman Şah a ser bi Tirkiyê ve li navçeya Şiyê ya herêma Efrînê xortekî Kurd girtiye û ji bo berdana wî ji malbata wî 10 hezar drolar xwestiye daku wî berdin.

SOHRê beriya niha jî ragihandibû ku koma bi navê Suleyman Şah roja 15ê Nîsanê jî hunermendê gelêrî yê Kurd, Seîd Hisên ku xelkê gundê Qermitliqê li nahiyeya Şiyê ya Efrînê ye, girtibû û piştî îşkenceyên 2 rojan 17ê Nîsanê ew bi azad kiribûn.

Li bajarokê Meydankê yê Efrînê, komeke koçberên Ereb ên hawirde bi daran li zilamekî Kurd dan heta ew kuştin, ji ber ku wî kesê Kurd qebûl nekiribû, ew erêbên hawirde pezên xwe di nav erdê wî de biçêrînin.

Dîsa roja 18ê Nîsanê jî çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundê Hîkçê yê Cindirêsê ji bo ku zêrên wê bidizin, bi ser mala pîrejina Kurd a 80 salî ya bi navê Fatima Îbrahîm de girtibûn û piştî diziya li mala wê, ew kuştibûn û 3 kur û neviyên wê jî revandibûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji sala 2018an ve ku Efrîn ji aliyê komên çekdar û artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, bûyerên binpêkirinên mafên mirovan, guhertina demografîk, kuştin, dizî, talan û revandina şêniyên resen berdewam dike û ew tawan heta niha jî rastî ti sizayeke navdewletî nehatine.