Efrîn | Di Nîsanê de 44 kes hatin revandin, zêdetirî 500 darên zeytûnê hatin birîn

08 May 2022 15:32 0 dîtin
Efrîn | Di Nîsanê de 44 kes hatin revandin, zêdetirî 500 darên zeytûnê hatin birîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav meha Nîsanê de, li herêma Efrînê 44 welatiyên din ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine revandin û zêdetirî 500 darên zeytûnê jî hatine birîn.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî û navenda belgekirina binpêkirinan guhertina demografiya Efrînê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve berdewam dike.

Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku tenê di nav meha Nîsanê de 44 welatî ji aliyê Polîsê Leşkerî û komên çekdar ên wekî  El-Cebhe El-Şamiye, Sultan Murad û Lîwa El-Şemal ve hatine revandin û zêdetirî 500 darên zeytûnê yên xelkê deverê jî hatine birîn.