Efrîn | Li Mabetayê zêdetirî 60 kurdên elewî hatin revandin

20 December 2020 17:13 0 dîtin
Efrîn | Li Mabetayê zêdetirî 60 kurdên elewî hatin revandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve yên opozîsyona Sûriyê, li navçeya Efrînê Mabetayê bi dehan welatiyên sivîl revandin.

Li gorî nûçeya K24ê ku dispêre jêderên herêmê, çekdarên grûpa Cebhe El-Şamiyê ji doh 19ê Kanûnêve bi ser navçeya Mabeta ve girtine û xistine dorpêçê ku bê destûr dikevin malan û li welatiyan didin û direvînin.

Çavkaniyê diyar kiriye ku bi tekezî hejmara kesên hatine revandin nayê zanîn, lê li gor zanyariyên wî çekdaran ji dohî û heta îro zêdetirî 60 kesî ve revandine.

Herwiha heman jêderî daye zanîn ku ev revandin û îşkencedana welatiyan bi bihaneya wê yekê tê kirin ku pêr 18ê Kanûnê bombeyek bi otombîla çekdarekî wê koma çekdar ve teqiya bû.

Bajarokê Mabeta 15 km li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê kurdên Elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mirovî li ser wan ji aliyê çekdaran ve têne kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji roja 18ê Adara 2018an ve Efrîn dagîr kirine û heta niha zêdetirî 6500 kurdên Efrînê revandine û çarenvîsa hejmareke mezin a revandiyan hê jî nediyar e.