Efrîn | Ji bo li bazaran bifirosin 1400 darên hinaran birîn

21 May 2023 16:14 0 dîtin
Efrîn | Ji bo li bazaran bifirosin 1400 darên hinaran birîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên koma ′EL Hemzat′ a girêdayî artêşa Tirkiyeyê, li Efrînê hezar û 400 darên hinaran birîn.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, çekdarên El Hemzad hezar û 400 darên hinaran ên 2 welatiyên gundê Eyn Darê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê birîn.

Hat zanîn ku ji wan daran 800 dar ên Nîhad Hisên Hemkê, 600 dar jî yên Ebdo Reşîd Seydo bûn.

Çavkaniyan diyar kir ku çekdaran darên ku birîne birine navenda xwe ya li gundê Basûtê yê navçeya Şêrewa û pişt wan hişk bikin dê li sûkên Efrîn û Ezazê wan daran bifiroşin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji Adara sala 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagirkirin ku ji wê demê ve tevî binpêkirinên mafên mirovan talana erdnîgariya herêmê berdewam e.