Efrîn | 100 darên zeytûnan ji bo bikin êzing û bifirosin birîn

15 December 2022 20:02 0 dîtin
Efrîn | 100 darên zeytûnan ji bo bikin êzing û bifirosin birîn

PeyamaKurd – Binpêkirinên li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2018an ve hatiye dagirkirin berdewam dikin.

Li gor ragihandina çavkaniyên ji nav Efrînê, çekdarên artêşa Tirkiye piştevaniya wan dike, 100 darên zeytûnê yên welatiyekî ji gundê Kefercenê yê navçeya Şera birîn.

Hat diyarkirin ku koma çekdarên Sultan Murad 100 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Rûhat Esed ê ji gundê Kefercenê yê navçeya Şerayê birîne daku wekî êzing bifroşin.