Çekdaran li Girê Spî ji sê esîrên ereb 14 kes revandin

11 February 2021 21:16 0 dîtin
Çekdaran li Girê Spî ji sê esîrên ereb 14 kes revandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku demên dawî li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, ji endamên eşîrên ereb gelek kes ji aliyê çekdaran ve hatine revandin.

Li gorî zanyariyariyên xwecihî, revandina sivîlan ji aliyê çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike ve berdewam dike ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve doh jî ketine nav gundê El Ziyadiyê yê Girê Spî muxtarê gund revandine.

Hat diyarkirin ku di nav du hefteyên dawî de, ji eşîrân Meşhûr 3 kes, ji eşîra El-Henada 4 kes û ji ya El-Fedian jî 7 kes ji aliyê çekdaran ve hatine revandin yan jî girtin.

Hat zanîn ku kesên hatine revandin ji gundê El-Ziyadiyê yê navçeya Silûkê ya Girê Spî ne.