Çekdarên Artêsa Azad bi ser Cindirêsê de girtin!

20 July 2018 11:35 0 dîtin
Çekdarên Artêsa Azad bi ser Cindirêsê de girtin!

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê çekdarên Artêşa Azad yên girêdayî bi rêxistina Feylak El Rahmanê bi ser navçeya Cindirêsê ya Efrînê de girtin.

Hat ragihandin ku çekdarên Artêşa Azad li nava Cindirêsê malên gelê herêmê talan kirin. Li zarok û pîrekan heqaret kirin û îşkence li hinek gundiyan kirin.

Heta niha li gelek cihan îşkence li Kurdên herêmê hatiye kirin.

Li gorî agahiyan, çekdarên Artêşa Azad li navenda Efrînê û li derdora wê, nêzîkî 50 pîrekên Efrînî girtine û avêtine zindanan. Di meha Hezîranê tenê de 140 sivîl ji aliyê çekdarên Artêşa Azad ve hatine revandin.