Çekdarên Artêsa Azad xwe radestî hêzên rejimê dikin

23 June 2018 00:46 0 dîtin
Çekdarên Artêsa Azad xwe radestî hêzên rejimê dikin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li herêmên kêmkirina rageşiyê komeke mezin a girêdayî Artêşa Sûriya Azad (ASA) tevlî hêzên hikûmeta Sûriyeyê bûn.

Navenda lihevanîna aliyan a Rûsyayê ku li Sûriyeyê ragihand ku wan 22yê Hezîranê li herêma kêmkirina rageşiyê ya başûrê rojhilat digel rayedarên hikûmeta Sûriyeyê bi milîtanên ASAyê re hevdîtinek pêkanîne û di encamê de, serokê komeke mezin a ASAyê Tacamaua al Viyat al-Umarî û serokê komeke din a mezin Vejdi ebû Sles biryar dane tevlî hêzên hikûmeta Sûriyeyê bibin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ku piştî hevdîtinan serokê komê Vejdî ebû Sles ragihandiye ku ew dê digel hikûmeta Sûriyeyê şerê Fetîh el Şam û DAIŞê bikin.
Navenda lihevanîna aliyan a Rûsyayê ragihand ku vê êvarê hêzên hikûmeta Sûriyeyê yekîneyên xwe yên ewil li niştîngehên Duma û Aş-Şiyahê bicih kirine.