Artêsa Iraqê 23 çekdarên YBSê girtin

27 December 2020 12:35 0 dîtin
Artêsa Iraqê 23 çekdarên YBSê girtin

PeyamaKurd - Li gorî zanyariyan, ji ber êrîşeke çekdarên PKKê li ser artêşa Iraqê li Şingalê rewş aloz bûye û artêşa Iraqê 23 çekdarên YBŞê girtine.

Li gorî nûçeya K24ê ku dispêre çavkaniylên ewlehiyê artêşa Iraqê doh êvarê 23 çekdarên ser bi Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) desteser kirin û dest danî ser 2 baregehên wan jî.

Çavkaniyê diyar kir, “Hêzên ewlehiyê li dijî kesên li dijî yasayê ne, dest bi operasyoneke desteserkirinê kirin ku piraniya wan çekdar in û bi cil û bergên sivîlan xwepêşandanan dikin.

Hat diyarkirin ku pêşî alîgirên PKKê û hejmarek çekdarên YBŞê li kolana sereke ya Şingalê wekî nerazîbûn kon vedane û  ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine rakirin.

Piştre hejmarek ji çekdarên PKKê bi cilûbergên sivîlan xwe pêşan dan û bi keviran êrîşî ser artêşa Iraqê kirin. Ji ber wê jî, artêşa Iraqê 23 kes desteser kirin. Herwiha artêşa Iraqê hêzeke zêdetir jî şande Şingalê.

Çavkaniyê daye zanîn ku fermandarên hêzên PKKê li Şingalê ji bo berdana wan girtiyan, niha danûstandinê bi fermandarên Firqeya 20 û Lîwaya 15 ên artêşa Iraqê re dikin. Lê ew red dikin wan berdin, heta ku ji Şingalê dernekevin.