Li Singalê 7 çekdarên YBSê ji aliyê Iraqê ve hatin girtin!

27 March 2018 12:17 0 dîtin
Li Singalê 7 çekdarên YBSê ji aliyê Iraqê ve hatin girtin!

Hat ragihandin ku Artêşa Iraqê li herêma Şingalê dest dideyne ser baregehên PKKê û alayên PKKê ji ser avahiyan tîne xwarê.

Li gorî agahiyan, Hêzên Iraqî cihên ku PKKê valakirine, dixe bin qontrola xwe de. Niha posterên Apo û alayên PKKê tînin xwarê. Di heman demê 7 çekdarên YBŞê ku nêzîkî hêzên PKKê ne, hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku Iraq dixwaze li herêmê dî jî vê qontrolkirinê pêk bîne.

Di van rojên bûrî de, her roj Tirkiyê dengê xwe li Iraqê dikir û digot divê hûn PKKê û hevalbendên wê ji Şingalê derxin.