Komek çekdarên DAISê ji aliyê Dijeterora Iraqê ve hatin girtin
PeyamaKurd – Hêzên Dijeterorê, li Iraqê komeke çekdarên DAIŞê girtin.
Li gor Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Iraqê Lêwa Yahya Resûl diyar kir, komeke çekdar a DAIŞê hat girtin. Herwiha da zanîn, destê 2 kesên ji wê komê, di komkujiya Spiker a sala 2014an li parêzgeha Selahedînê de hebû.
Çekdarên DAIŞê, roja 12ê Hezîrana 2014an, li qesreke Sadam Husên li bajarê Tekrîtê 1700 kes kuşt. Ew komkujî, bi komkujiya Spikerê hat binavkirin.
Yahya Resûl di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, hêzên Dijeterorê bi serperiştîya Fermandarê Operasyonên Taybetî, karîn Cîgirê Waliyê Iraqê li parêzgeha Enbarê û 3 terorîstên din jî li Felûceyê bigrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin