Li Silêmaniyê komeke çekdarên DAISê hat desteserkirin

10 December 2021 18:03 0 dîtin
Li Silêmaniyê komeke çekdarên DAISê hat desteserkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di operasyoneke Asayîşa Silêmaniyê de, li sînorê Helebce, Seyîd Sadiq komeke çekdarên DAIŞê ligel çek û teqemeniyan hatine girtin.

Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê ragihandiye, “Hêzên ewlehiyê li parêzgeha Helebce komek çekdarên DAIŞê tevî çek û teqemeniyên bi wan re girtin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, armanca vê koma DAIŞê ew bû li sînorê parêzgeha Silêmanî, Helebce û Germiyanê çelakiyên terorîstî bikin û ewlehiya herêmê têk bidin.

Herwiha hatiye diyarkirin, wê di demee nêz de li ser koma çekdarên hatine girtin, belge û agahiyên zelal ji raya giştî re werin eşkerekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demeke DAIŞê êrîşên xwe yên bi taybet li navçeyên Kurdistanê li ser sivîl û Pêşmergeyên Kurdistanê zêde kirine.