Reqa | 9 çekdarên DAISê tevî çekên wan hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî êrîşên şaneyên rêxistina terorîst DAIŞê yên 25 û 26ê Kanûnê li Reqayê, ji aliyê hêzên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve operasyonên li dijî çekdarên DAIŞê li herêmê berdewam dikin.
Li gorî ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku wekê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê tê zanîn, îro 30yê Kanûnê, li Reqayê 9 çekdarên DAIŞê tevî çekên wan hatin desteserkirin.
Da daxuyaniyê de hatiye gotin ku piştî gef û êrîşên artêşa Tirkiyeyê êrîşên DAIŞê jî zêde bûne hat diyarkirin: “Hêzên me di saetên sibeha 30yê Kanûnê (îro) de li Reqa û gundewarên wê bi ser gelek nuqteyên çeteyên DAIŞê de girt. Di encamê de hêzên me 9 çete girtin û çekên ligel wan desteser kirin. Çek û alavên hatine desteserkirin.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wê operasyonên ser şaneyên DAIŞê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin