HSD: 12 çekdarên DAISê tevî gelek çek, cebilxane û belge, hatin girtin

13 July 2022 13:35 0 dîtin
HSD: 12 çekdarên DAISê tevî gelek çek, cebilxane û belge, hatin girtin

PeyamaKurd – HSDê diyar kir, wan li Hesekê, Hol, Til Hemîs, Til Birak û Dêrikê, dest bi pêngava tunekirina şaneyên DAIŞê kirine û di encamê de, 12 çekdar tevî gelek çek, cebilxane û belge, hatine girtin.

Li gor HSDê da zanîn: “Çekdarên DAIŞê hewl didin sûdê ji gefên Tirkiyê yên li ser herêmê bigirin û xwe ji nû ve bi rêxistin bikin.

Herwiha da zanîn: “Bi amadekarî û perspektîvan ketin nava operasyoneke taybet. Bi baldariyeke mezin bi ser deverên çekdaran de girtin.”

Di berdewamiyê de eşkere kir: “Bi beşdariya hêzên Asayîşê wan, dest bi pêngava têkbirina şaneyên DAIŞê kiriye. Li Dêrik, Hesekê, Hol, Til Hemîs û Til Birak operasyonên mezin pêk hatin.”

HSDê destnîşan kir: “12 çekdar hatin girtin û planeke wan a berfireh hat bêbandorkirin.”

Hat ragihandin: “Ev çekdar xwedî planeke gelekî xeter bûn: Êrîşeke mezin pêk bînin, jinên DAIŞî ji Kampa Holê birevînin û wan derbasî herêmên dagirkirî bikin û li dijî welatiyan jî planên berfireh pêk bînin.”

HSDê diyar kir: “Lê belê armancên wan negihiştin serî û gelek çek û alavên bi wan re jî ketin destê şervanan û piştî gefên dewleta Tirk li dijî herêmê, tevgera şaneyên DAIŞê zêde bûye û sûdeke mezin ji vê yekê digire.”

Herî dawî hişyarî da ku Tirkiyê hewl dide DAIŞ vegerîne û zindî bike û pêwîst e civaka navnetweyî bi nêrînek rast li vê yekê binêre.