HSDê 34 çekdarên DAISê li gundewarê Reqayê girt

20 August 2021 11:33 0 dîtin
HSDê 34 çekdarên DAISê li gundewarê Reqayê girt

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê, 34 çekdarên DAIŞê li gundewarê Reqayê girtin. 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî operasyona paqijkirinê ya li gundewarê rojavayê Reqayê daxuyanî da û diyar kir,  di çarçoveya çalakiyên têkoşîna li dijî terorê sibeha Çarşemê operasyoneke berfireh a lêgerîn û serdegirtinê li gundewearê rojavayê bajarê Reqayê pêk anîn.

Di encamê de şaneyeke terorîst ji 4 kesan girtin, herwiha 30 hevkarên û miqdarke çek, cebilxane û cilên leşkerî yên li gel şaneya terorîst desteser kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de HSDê teqez kir ku dê operasyonên li dijî şaneyên terorîst li bajarê Reqa û gundewarên wê berdewam bikin û navendên terorîst, tune bikin.