Dêrazor | 2 çekdarên DAISê hat desteserkirin û çekdarekî din jî hat kustin

02 October 2023 12:28 0 dîtin
Dêrazor | 2 çekdarên DAISê hat desteserkirin û çekdarekî din jî hat kustin

PeyamaKurd –  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, 2 çekdarên DAIŞê hat desteserkirin û çekdarekî din jî hat kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê diyar kir, Yekîneyên Dije-Terorê (YAT) ya ser bi HSDê ve û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî roja 30î Îlonê operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞê li bajarokê Mergede yê li bakurê Dêrazorê kir.

Herwiha eşkere kir, di encama operasyonê de, 2 çekdarên DAIŞê hatin girtin û çekdarekî din ku hewla revînê da, ji aliyê hêzên HSDê ve hat kuştin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, wê şaneya terorist çekdar û cebilxane didan DAIŞ û endamên DAIŞê direvandin da ku kiryarên terorî pêk bînin, saziyên sivîl û yên xizmetguzariyê û endamên HSDê bikin armanc û aramî û ewlehiya herêmê têk bibin.

Herî dawî diyar kir, di operasyonê de hejmarek çek û amûrên leşkerî yên ku li cem şaneyê bûn, hatin desteserkirin.