Li Kerkûkê 5 çekdarên DAISê hatin desteserkirin

18 April 2022 10:26 0 dîtin
Li Kerkûkê 5 çekdarên DAISê hatin desteserkirin

PeyamaKurd Ewlekariyê ya Iraqê diyar kir, hêzên wan li Kerkûkê 5 çekdarên DAIŞê desteser kirine.

Li gor Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê da zanîn, 5 çekdarên DAIŞê li çend navçeyên cuda ên parêzgeha Kerkûkê desteser kirine.

Herwiha eşkere kir, ew her 5 terorîst ji paşmahiyên çekdarên DAIŞê ne û di nav baskê (Dîwana El-Cund – piştevaniya lojistîkî) de kar dikin.

Polîsê Federalî yê Iraqê jî ragihand, wan li geliyê Miêzîlê yê li başûrê Kerkûkê şikefteke DAIŞê bi temamî têk dane û dest danîne ser çend perçeyên çek, teqemenî û kelûpêlên din ên çekdaran.